Di encama êrîşa li ser Xezeyê de 5 kes hatin kuştin
Rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama êrişên hêzên Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin.
Rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama êrişên hêzên Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin.
Li gorî rayedaran, di bombebarana li nêzî taxa Tufah ya bakurê Xezayê de 2 kes û di êrişa bi tankan a li ser taxa Zeytûna ya rojhilatê bajar de jî kesek hatin kuştin.
Her wiha rayedaran dane zanîn ku di êrişa li ser kampeke rojavayê Xezayê de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn. Di êrişa li bajarê Xan Yûnisê yê başûrê Xezayê ya li ser wesayîtekê de kesek din hat kuştin.
Şahidan jî ragihandin ku hêzên Îsraîlê li kampa Nisêrat a koçberan a naverasta bajarê Xezayê avahiyek kir hedef. Di encamê de zerar li hin malên derdorê bûn.